ÎSA MESÎH ji te hez dike

Gelek tişt hene ku em nikarin fêm bikin: wek şer, birçîbûn, zehmetiyên kesane, mirin.

Çima ev hemû tiştên xerab diqewimin?

Dibe ku hûn bipirsin: „Eger XWEDÊ bi rastî evîn e, wê demê çima ew destûrê dide van hemûyan?“

Ji bo her tiştî bersivên me tune. Helbet na! Lê tiştek ku em dizanin:

ÎSA MESÎH ji te hez dike!

Em çawa dizanin?

ÎSA bi xwe carekê got: „Kesek ji yekî ku canê xwe ji bo hevalên xwe feda dike zêdetir hez nake.“

Ya ku ÎSA kir ev e. Wî jiyana xwe ji bo me mirovan hişt.

Ma rêyek din tune bû?

Hûn dizanin, diviya bû.

Hemî xirabiyên li dinyayê ji rastiya ku em mirovan guneh kirine tê.

Guneh mirovan ji hev û ji XWEDÊ vediqetîne.Guneh aştiyê ji holê radike. Guneh ceza dixwaze.

ÎSA gunehê me girtiye.

Pêxemberêkevn Îşaya got: „Cezayê gunehên me li wî ket. Bi vî awayî em dikarin bi XWEDÊ re aşitiyê bikin û sax bin.“

Wî ev yek kir ji ber ku beriya ku em ji dayik bibin ji me hez kir.

ÎSA ji bo me mir da ku em bi XWEDÊ re di aştiyê de bijîn, her û her di hevpariya XWEDÊ û mirovan de bijîn.

Û ÎSA îro jî ji me hez dike!

Ew dijî, çimkî XWEDÊ ew ji nav miriyan rakir.

Ji ber ku ÎSA bûye mirov, ew zehmetiyên me fêm dike.

Ew jî pirsên we fêm dike.

Lê evîna xwe bi zorê li kesî nade;  hûn jî dikarin vê evînê qebûl bikin.

Me ew qebûl kir  û em fêr bûn: Rast e!

ÎSA di jiyana me de bûye çavkaniyek aram, aşitî û şahiyê.

Gava ku em dua dikin, ew me dibihîze. Ew teselî û qewatê dide me, hela hê di demên dijwar de.

Ma hûn dixwazin li ser vê evînê bêtir zanibin?

Paşê dua bikin û bi kesên ku hezkirina ÎSA ceribandî re bipeyivin, an jî ji me re binivîsin.

XUDAN ÎSA MESÎH we pîroz dike!

 

 

Die Kommentare sind geschlossen.